
Xelkê dilsoj û nîştimanperwer yên deverên Rojhilatê Kurdistanê bi awayên cuda alîkariya xwe gihandine xelkê zirarberketiyên devera Kutolê.
Xelkê Deştebêl û geliyê Qasimlo, bi awayên cuda alîkarî bo xerlkê ziyanberketiyên erdheja devera Kutolê kom kirrin û gihandine destê wan.
Welatiyên dilsoz û nîştimanperwer yên bajarê Şinoyê jî bi wî awayî alîkarî kom kirin û bi hawara devera Kutol ve çûn.
Kempêna welatiyên bajarê Seqizê jî giha destê xelkê zirarberketiyên devera Kutolê.
Bajarê Selmasê jî bi komkirina alîkariyan û hewcehiyên germkirinê alîkarî dane devera Kutolê.
Xelkê dilsoz yên gundê Serdoş a girêdayê bajarê Merîwanê, bi awayên cuda û komkirina hewcehiyên jiyanê, alîkariya xelkê zirarberketiyên devera Kutolê kirin.
Bi wî awayî xelkê deverên Rojhilatê Kurdistanê, alîkariya birayên xwe yên ziyanberketiyên devera Kutolê dikin û wan bi tenê nahêlin û dizanin ku dibe ji rêya xelkê medenî ve alîkarî bêne komkirin û bigihine destê wan, çimkî rejîm ti alîkariyeke wisa nake.