
Kurdistanmedia: Alî û saziyên opozîsyonê ên Belûçistana Îranê derbarê bengdarkirina xortên Belûç bi madeyên efyûnê ji aliyê navendên hikûmî ve, hişdariyê didin rejîmê.
Tevahiya partî û aliyên siyasî ên opozîsyona Belûçistana Îranê derbarê tûşkirina xortên Belûç bi madeyên hişber ji aliyê navendên hikûmetê ve, bi taybetî li dibistan, xwendingeh, razangeh û zanîngehan, bi çendîn daxuyanî û raportên cuda hoşdariyê didin navendên hikûmetê û bi taybetî rêveberatiya Perwerde û Barhênanê.
Saziya SAHAB (Saziya Yekdengiya Nerazîtiyê Belûçan) ku taybet bi rêkxistina nerazîtiyên Belûçistanê ye û pêkhateyên cuda ên civaka Belûçistanê bi armanca pêşxistina xebata sivîl a xelkê Belûçistanê û rizgarkirina wan ji rejîmê rêkxistinî dike, di malpera xwe de raportek derbarê kurte vîdyoyekê belav kiriye ku tê de xortên Belûç li polên xwebdingeh û dibistanê, têne hînkirin ku çawan madeyên efyûnê bi kar bînin.
Di raporta Saziya Yekdengiya Nerazîtiyê Belûçan SAHAB de amaje bi hînkirin û hebûna wan madeyan li xwendingeh û dibistanan hatiye kirin û ev sazî tekezê jî dike ku “Tişta ku niha heye, encama çil salan rêvebirina saziya Perwerde ji aliyê wan kesan e ku xelkê navçeyê nîn e. Herwisa berpirsên bilind jî çavdêriya rewşê nekirine û di encamê de li dewsa perwerdekirin û barhênana xwendekaran, ew di polên xwendinê de hîn dibin ku çawan madeyên hişber bi kar bînin.”
Vê saziyê herwisa ragihandiye “Ji bo ku êdî xortên Belûç nekevin nava pîlanên qirêj ên rejîma Îslamî a Îranê, pêwîst e hikûmeteke nenavendî bê avakirin.”