Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Aliyên siyasî ên Îraqê li ser mana Adil Ebdulmehdî li deshilatê de, lihevhatin

10:47 - 10 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Zêdebarî berdewamiya xwenîşandanên li Îraqê de, aliyên siyasî ên Îraqê rêkevtin ku Adil Ebdulmehdî li ser posta xwe ya Serokweziriyê bimîn e.

Jêderên xeberî bas ji vê yekê kirin ku çend aliyên Şî`e yên Îraqê, digel hev rêkevtine ku heta rewş wiha be û xwenîşandan berdewam bin, hem dibe hikumet li cihê xwe de bê parastin û bimîne, hem jî dibe bi hemû hêza xwe ve kar bê kirin bo tepeserî û dawî pêanîna xwenîşandanan.

Jêderan ragihandine ku ew lihevkirna li ser berdewam bûna Adil Ebdulmehdî, di navbera nûnerên Sa`êrûn, El Hikme, Muqteda Sedir, Mihemed Riza Sîstanî kurê Ayetula Sîstanî û bi beşdariya pasdarê terorist Qasim Silêmanî hatiye kirin.

Deftera Ayetula Sîstanî ragihand ku, haya wan ji vê lihevkirinê nine, û helwêsta Sîstanî li derheq xwenîşandanan gelek eyane û di xutba nimêja Înê de hatiye ragihandin ku, dibe desthilatdar daxwazên xwenîşanderan berçaw bigrin û dûr bin ji kuştin û tepeseriyê.