Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Aliyên veşartiye teqîna Beyrût ê eşkere dibin

13:20 - 7 Tebax 2020

Hejmara kuştî û birîndarên bi sedema teqîna Beyrût ê, û astê mezintahiya xisarên wê, hindî diçe zêdetir dibe, û herwisa lêkolîn bo derkevtina rastiya sedemê teqînê jî , zêdetir derdikevin.

Roja Pêncşemiyê 6ê Tebaxê xelkê Lubnanê û bi taybet Beyrût ê, bi ni nîşana neyariya deshilata welat derketne ser kolanan û xwenîşandan kirin.

Xelkê Lubnanê daxwazkarê li ser kar wêdebirina deshilatdarên dewletêne, sedan kesan êrîş kirne ser Parlemana wî welatî û cehd kirin biçne jorde.

Makron ê Serkomarê Firansê hem bi armanca hevxemî û gihandina alîkariyê, hem bi meqseda wergirtina zaniyariyên zêde li ser aliyên cuda ye wê teqînê, serdana Lubnanê kir, Serkomarê Firansê daxwaz kir ku divê lêkolînekî navnetewî li ser teqîna Beyrûtê bête kirin.

Makron got koka gendeliyê dibe di Lubnanê de bête qelandin, û got: ez hemî aliyekê xatircem dikim ku ez nahêlim alîkariya ku Firanse dide xelkê Beyrût ê, bikeve dest terorîst û gendelan û. Meqseda Mekron ji terorîst û gendelan, hizbullaha terorîste.

Heya niha hejmara kesên ku canê xwe ji dest danî, ji 160 kesa derbas bûye, û pitir ji 5 hezar kesî jî birîndarin.

Di lêkolînekî ewlehî de, ji gorî vîdeoyekê ku bi Kamêra hestiyar bi gerên hatiye tomarkirin, xuya dibe ku ew teqîn bi sedema lêdana Mûşekan ve bûye, ku ji embara Nytrat Amuniyom û cebirxana şer têde bûye.

Ewa jî di demekêdeye ku piraniya siyasetvan û xelkê Lubnanê, li ser wê baverêne ku her çawan be, destê Hizbulahê di wê teqînê de heye.

Herwisa di demekê de ku piraniya deshilatdarên Lubnanê di wî heyamî de axivîne, yan serdan cihê teqînê kirine, qirar bû Hesen Nesrulla serokê Hizbulahê roja Çarşemiyê qise bike, lê heya niha jî xûya naket, û basê hindê heye ku reviye û çuye Tehranê.