Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Alman cehda dike Koda defterçên Esedullah Esedî bişkêne

11:30 - 23 Kanûna Paşîn 2021

Berpirsên ewlehiya Welatên Alman cehdê dikin ku bi şikandina şîfreyên belgeyên li nav defterçên terorîst-dîplomatê rejîma Îranê,“Esedullah Esedî”dest bi pîlanên wî yên danîna bomban û herwisa lîstê wan kesan ku ji wî pere vergirtine, peyda bikin.

Roja Înê 22ê Kanûna Paşîn, Têlêvizyona Alman ya bi navê “Tags Şaw” raporek belavkiriye ku dide xuya, berpirsên ewlehiya welatê Alman cehdê dikin ji belgeyên şîfredar ên 2 defterçên treorît-dîplomatê Îranê, “Esedullah Esedî”, zaniyariyan li ser pîlanên dariştî yên terorîstiye rejîma Îranê, dest bêxin û herwisa dixwazin bizanin ku “Esedullah Esedî” di Ewropa, pere daye çi kesanekan.

Dema ku Esedullah Esedî hatibû girtinê, 2 defterçeyên wî yên bi rengê reş û kesk, ku bi awayekî hatibûne şîfredarkirinê, kevtine destê Polîsan.

Dadistanê giştî yê Alman, ferman daye ku Polîsê Federal li ser naveroka wan defterçeyan lêkolînan bikin.

Pêka wan belgeyan, “Esedullah Esedî” hemû caran qasekî zêde pere li cem xwe hebûye û heta carekê 11 hezar “EURO” hebûye, di defterçeyên wî de tê xuya ku bo zaf kesan bi qasî 2 hezar û 500 heta 5 hezar EURO pere şandiye û heta kirîna Leptabekê jî tê de heye.