
Wezareta hikûmeta Almaniyayê îro roja Pêncşemî 30`ê Nîsanê, bi weşana daxuyaniyekê Hizbulaha Lubnanê wekî girûpekî terorîstî da zanîn û herwisa daye zanîn ku çalakiyên wê girûpê di nav axa wî welatî de qedexe kiriye.
Herwisa polîsê Alman sibêdeha îro operasiyonek li dijî endamên Hizbulahê dest pêkiriye û wan binçav dike.
Berpirsên Ewlehî ên Almaniyayê dane zanîn ku, zêdetir ji 1050 kes ji endamê Hizbulaha Lubnanê di nav axa wî welatî de çalakî dikin.
Sala 2012`an welatên wekî, Amerîka, Holend, Kanada, Behrên, Mêsir, Îmarata Erebî û Îsra`îlê, Saziya Hizbulaha Lubnanê wekî girûpekî terorîst dane nasîn û li rêzbendên girûpên terorîstî zêde kirin.
Hizbulaha Lubnan a terorîstî, li 27 Befranba sala 1398`an bi fermî wekî girûpekî terorîstî ji aliyê Amerîkayê ve hatiye naskirin.