Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Alman: Partiya Demokrat li dijî rejîma Îranê xebatê dike

13:55 - 9 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Wezareta Karê Derve ya Almaniyayê, ji hevwelatiyên xwe re hişdariyê dide ku li serdana bo deverên Îranê ku yek ji van Kurdistane xwe biparêzin.

Di çarçoveya agahedarkirina hevwelatiyên Almaniyayê derheq serdana bo deverên welatên ku aram û ewleh nînin, wezareta Karê Derve ya Almaniyayê, di dawîn nûkkirina vê hişdariyê de, ji hevwelatiyên xwe re hişdarî daye, ku hekî Ii bernameyên xwe serdana bo Îranê hene, xwe li serdana bo deverên Îranê yên wekî Belûçistan, Kurdistan û Xûzistan biparêzên.

Herwisa di vê hişdariyê de îşare hatiye kirin ku, li deverên Belûçistanê gellek caran di navbera hêzên Îran û girûpên çekdar yên dijber yên di vê deverê de şer derketiye û bi awayekî berdewam jî alozî heye.

Her di vê pêwendiyê de, bas ji rewşa aram ya Kurdistanê jî hatiye kirin ku, wir da îşare bi şer û pevçûn, êrîşên çekdarî û teqînan jî hatiye kirin ku, bi giştî rewşa vê deverê ne ewlehe.

Her di vê raporê de, bas ji ewlehiya Kurdistanê hatiye kirin ku, di heyama çend salên derbazbûyî de, bi taybet li sala 2015`an, bi sedema şer û pevçûna yek lipey yek ji hêzên Kurd yên dijber ên rejîma Komara Îslamî ya Îranê û hêzên rejîma Îranê, deverên Kurdistanê ewleh ninin.

Her di vê pêwendiyê de bas ji vê kiriye ku, armancên leşkerî yên hêzên Kurd, tenê hêzên leşkerî yên rejîma Îran û dezgehên girêdaiy hikûmetê ne, lê, bi tu awayî xelkê sivîl nekirine armancên xwe.

Di vê raporê de bi awayekî zelal îşare bi van hêzên ku digel çekdarên rejîmê rastî şer û pevçûnan hatine îşare bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kiriye, û dibêje, bi sebeba van şerane komek çekdarên her du aliyan canê xwe jidest dane, û herwisa bas ji vê yekê jî kiriye ku, bi sebeba şer û pevçûnan, deverên sînorî yên di navbera Îran û Îraqê, tijî li hêzên leşkerî ne.