Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Alman wê şirketa firokevaniya Spaha Pasdaran tehrîm bike

12:27 - 22 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Rojnameyeke Almanî ragehand ku dewleta Alman  wê firînên şirketa firokevaniya “Mahan” ragire.

Li gora raporeke rojnameya “Bild”, dewleta Alman ji meha Kanûna Paşîn a 2019`an ve, firînên “Mahan Air”  ji “München” û “ Düsseldorf” wê ragire. Vê çavkaniyê nivîsand: Ragirtina firînên xeta esmaniya Spaha Pasdaran piştî gotûbêjên têr û tejî di navbera berpirsyarên Alman û Amerîkayê de bû.

“Mahan Air” ji aliyê Spaha Pasdaran ve tê îdarekirin û di veguhastina pirsunel û hewcehiyan de bo Spaha Pasdaran û milîşên ser bi wê, di herêmê de çalak e.

Spaha Pasdaran ku bi siyaseta hinartina şoreşê û destêwerdanên têkderane bûye girêya penceşêrê, niha bi tehrîmên piştşikên ên Aamerîkayê ketiye nava davekê, ku li her derê dinêrî, çi tiştek ji bilî sernixûniyê li pêşberî xwe nabîne. Di vê navberê de serkirdeyên Spaha Pasdaran dest bi her karekî dikin da ku ji vê tengasiyê rizgar bin.

Roj bi rojê barê tehrîman zêdetir pişta rejîmê diçemîne, û berevajiyê vê ku rayedarên rejîmê fikir dikirin ewê bikarin bi piştevaniya hevalberndên xwe ên Ewropî tehrîman rastî têkçûnê bikin, lê gellek zehmet e ku welatên Ewropî bikarin heya ser pişta rejîmê bigrin, û dewrlêdana tehrîman li ser Ewropiyan jî giran tewaw dibe. Lewra li gora pêşbîniyên çavêdêran rojên giran û bizehmet li pêşiya rejîmê ne.