Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên PDKÎ li Almaniyayê xwenîşandanek lidar xistin

12:03 - 11 Çirriya pêşîn 2021

Roja 10`ê “October”ê roja cîhaniya dijayetî digel cezaya îdamê ye û Hizb û saziyên xebatkar û azadîxwaz di derveyî welat de bo givaşxistin li ser rejîma Îranê xwenîşandan lidar xistin.

Li bajarê “Hamburg”a welatê “Alman”ê de xwenîşandanek bi hilkefta roja cîhanî ya dijî îdamê ji aliyê komîteya PDKÎ li wî bajarî hate lidarxistin.

Roja Yekşemî komîteya PDKÎ li bajarê “Hamburg”a Almanê bi hevkariya navenda “Çalakên Rêya Rizgariya Îran”ê  û endamên PDKÎ di wî bajarî de xwenîşandanek lidar xistin û çendîn peyam û daxuyanî bi zimanê Farsî û Almanî hatine xwandin.

Berpirsê Rêkxistina Hêrêmiya Ewropayê ya PDKÎ “Şehiriya Neqişbendî” di gotarê de bas ji binpêkariyên rejîma terorîsta Îranê li derheq neteweyên ku di Îranê de ne û bitaybet netewa Kurd kir.

Herwisa di dawiyê de bas ji kiryarên rejîma Îranê li derheq çalakvanên siyasî û medenî û bitaybet çalakvanên Kurd di girtîgehan de kir, navbirî di gotinên xwe de got ku bo dawî anîn bi wê rejîmê, me hewcehî bi hêzek yekgirtî û xebatkar e ku pêk bê ji tev gelên bindest ên Îranê.