Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Almanê mana hêzên xwe li Herêma Kurdistan û Îraqê bo 9 mehên din dirêj kir

10:25 - 13 Kanûna Paşîn 2022

Almanyayê biryar da erkê hêzên xwe yên li Herêma Kurdistan û Îraqê heta 9 mehên din dirêj bike. Serokê Herêma Kurdistanê “Nêçîrvan Barzanî” jî pêşwazî li vê biryarê kir.

Li gor nûçeyên ku mediyayên ser bi Herêma Kurdistanê belav kirine, welatê Almanê di daxuyaniyekê de eşkere kiriye ku biryar hatiye dayîn, erkên hêzên wan ên li Herêma Kurdistan û Îraqê bo heyama 9 mehên din bê dirêjkirin û li Sûriyê jî dawî li operasyonan bê anîn.

Bi vî awayî hêzên Almanê dê heta dawiya Cotmeha îsal li Îraqê bimînin.

Metirsiya girûpa terorîstî ya DAÎŞê li ser Herêma Kurdistanê her heye û wan di çend mehên derbasbûyî de jî, li valatiya di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de êrîşê ser binkeyê Hêza Pêşmergê Kurdistanê kirin.

Di vê derheqê de jî Serokê Herêma Kurdistanê “Nêçîrvan Barzanî” li ser hesaba xwe ya “Twitter”ê pêşwazî li vê biryara Almaniyayê kiriye û nivîsiye: “DAÎŞ hêj jî gef e li ser aştî û aramiya navdewletî û ji bo ku li hember terorîstê derkevin, hewlên bi hev re pêwîst in.”