
Kurdistanmeda: Wezîrê Derve yê Birîtaniyayê, “Dominîk Rab” (Dominic Raab), êrîşa mûşekî ya Spaha Pasdaran a terorîst li ser binkeyên Amerîkayê şermezarkir.
Dominîk Rab, di daxuyaniyekê de ragihand: “Em êrîşên li ser binkeyên leşkerî yên Îraqê ku hêzên hevalbendên Amerîka, yên wekî hêzên Birîtaniyayê, di wir de cihgîrin şermezardikin.
Em nigeranê xisaretên wan êrîşanin û bi tekezî ji Îranê dixwazin ku wan êrîşên metirsîdar dûbare neke, û bi cihê hindê hewla êminkirina aloziyê bide, û şer di Rojhilata Navîn de, tenê mifah bo DAÎŞê û gurûpên terorîstî yên dinê heye”.
Herwisa Wezîra Berevanî ya Almaniyayê, Angirît Kiramp Karinbaêr (Engrett Cramp-Carnborough), êrîşa mûşekî a Îranê li ser binkeyên Amerîkayê bi tundî şermezar kir, û ji rejîma Îranê xwest ku, ji zêdetirkirina aloziyan xwe biparêze.
Şeva Çarşemî, 18`ê Befranbarê, Spaha Pasdaran a terorîst, binkeya Eyne El-Esed ku hêzên Amerîkayê têde cihgirin li bakûrê rojavayê Bexdayê, kire armancê mûşekên xwe, û di vê êrîşê de ti xisareke canî tinebûye.