
Birêveberê Giştî ê Gumrik, Saq Namdar, roja Yekşemî 26`ê Nîsanê, di civînekê digel Nûçegihaniya “Mêhr” a girêdayê rejîma Îranê dabû zanîn ku, Îranê çend bar ji kelûpelê dermanî ji Almanê kirîye ku, emrazên ceribandinê û kîmyayî û gelek derman ji xwe ve digre.
Herwisa navbirî dabû zanîn, ku wan bayê 250 hezar dolar kelûpelên dermanî kirîye. Wezareta Derve a Amlmanê jî roja Sêşemî 12`ê Xakelêwe dabû zanîn ku, Îranê bo cara yekemîn bi bikaranîn ji sazûkara malî a (ÎNSTKS)ê dest bi kirîn û veguhastina emrazên pizîşkî ji Ewrûpayê kiriye.
Lê heya niha nediyar e ku ew kelûpelên hatinî şandin ji aliyê danûstandina (ÎNSTKS)ê ve ye, yan jî ew kelûpelane ji rêyên din ve hatine şandin.
Di heyama çend roj beriya niha de hin welatên Ewropayê çendîn caran kelûpelên dermanî bo Îranê şandin, lê rejîma Îranê û nemaze Spaha Pasdaran a terorîst ew kelûpelên tendirustî nedane hevwelatiyan û di nav bazarên reş de çend hember difirotine xelkê.
Ji aliyek din ve jî Spah Pasdaran ma terorîst, wan kelûpelane bo Sûriyê dişîne û alîkariya girûpên çekdar yên ser bi xwe yên wekî, “Tehr El-Şam, Ensar El-Îslam, Midafianê Herem û gurdana Fatimeyûn û Zeynebiyûn û herwisa Hizbûlaha terorîst a Lubnanê”, dike.