Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Alozî di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de dijwartir bûne

11:19 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2021

Di şer û pevçûna hêzên komara Azerbaycanê digel hêzên Ermenistanê de 3 leşkerên “Ermenistan”ê hatine kuştin.

Roja Çarşemî 28ê Temûzê, di şer û pevçûna hêzên Komara “Azerbaycan”ê digel hêzên “Ermenistan”ê li nêzî gundê “Sotik”ê, 3 leşkerên “Ermenistan”ê hatine kuştin û her 2 aliyan jî hevdu tawanbar kirine ku, operasiyonên hander û destpêkî li dijî hev kirine.

Wezareta Derve ya Ermenistanê ragihaniye: “Hêzên Azerbaycanê bi zanebûn hêzên xwe bi awayê neyasayî li axa armenistanê de radigre”, lê ji aliyê din ve Komara Azerbaycanê berpirsatiya tevahiya wan şer û pevçûnan dêxîne stuyê Ermenistnê.

Herwisa Wezareta Berevaniya Azerbaycanê ragihandiye: “Hêzên Ermenistanê bi tank û xompareyên 120 mîlîmetrî êrîşî ser çeperên arteşa azerbaycanê dike”.

Tevî vê yekê ku Serokwezîrê Ermenistanê “Nikol Pashinyan” û Serkomarê Azerbaycanê “Ilham Aliyev” daxwazkiribûn ku bi awayê dîplomatîk çareser bikin lê di heftiyên derbasbûyê de aloziyên di navbera wan 2 dewletan zêdetir bûne.

Di şerê Komara Azerbaycanê digel Ermenistanê de li sala 2020an ku 6 heftiyan berdewam bû, 6 hezar û 500 kes bûne qurbanî ku di wî şerî de hêzên ermenistanê şikest xwarin.