Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Alozî û tundûtîjî li Qezaqistanê berdewam e

12:27 - 7 Kanûna Paşîn 2022

Alozî û teqe li Qezaqistanê berdewam e û saziya Navnetewî ya Welatên Yekgirtî daxwaz ji aliyên siyasî û hêzên pêwendîdar ên Qezaqistanê kiriye ku tundûtijiyan bisekinînin.

Komîsera payebilind a mafê Mirovî ya Saziya Nawnetewî ya Welatên Yekgirtî “Michelle Bachelet” li derheq tundûtîjî, kuştin û pevçûnên çedkarî li paytext û mezintirîn bajarê Qezaqistanê “Almatî”yê, nigeraniya xwe nîşan daye û ragihandiye: “Mifahvergirtin ji cebilxaneya şer divê wekî rêkara herî dawî mifah jê bê vergirtin”.

Herwisa “Michelle Bachelet” ragihand: “Qutbûna înrenetê bersivek serast bo kirîzan nîne û bi tenê agirê tundûtîjiyan û neramiyan geştir dike û di rewşa Koronayê de înternet bo xizmetkariyên pizîşkî hewcehiyek micid e û nebûna wê gefek micid li ser canê xelkê ye”.

Li Qezaqistanê rewşa awarte hatiye ragihandin û berpirsên wî welatî daxwaz hevkariyê ji hevpeymaniya Ewlehiya Giştî ya bi rêberatiya Rûsiyê kiribûn ku alîkariyê bo wan bişînin lewma wê hevpeymaniyê bo bihêztirkirina Qezaqistanê hêzên xwe bo wî welatî şandine.

Di aloziyên Qezaqistanê de zêdetir ji dehan kes ji xelkê sivîl û hêzên leşkerî hatine kuştin û bi sedan kes ji wan aliyan hatine birîndarkirin û hêlên înternetê di wî welatî de rastî qutbûn an tevlihevbûna hêlan hatine.