Wezareta Berevanî ya Komara Azerbaycanê ragihandiye ku li encama teqeya di navbera hêzên Arteşa Ermenistanê li ser axa Azerbaycanê, leşkerek wî welatî birîndar bûye.
Ji aliyeke din ve, Azerbaycanê 6 leşkerên Ermenistanê bi dîl girtine; Piştî şer û pevçûnê, Yekîtiya Ewropayê daxwaz ji wan 2 welatan kiriye ku dawî bi dijayetiyên li hemberî hev bînin.
Serokê Şêwraya Ewlehiya Azerbaycanê,“Armen Grêgoriyan” ragihandiye: “Hekî pêngawên hewce bona çareserkirina wê pirsgirêkê hilnegirin, dê rewş ji kontrolê derbikeve”.
Li destpêka şer û pevçûna li navbera Ermenistan û Azerbaycanê de li devera “Qerebax”ê ku li devera sînorî û cîranê Îranê ye, rejîma Îranê bi micidî nigeraniya xwe li derheq wî şerî daye xuya.
Rejîma Îranê hewlê dide ku navbendçîtiyê li wî şerî de bike lê şiyana wî karî tinîne.
Li Îranê de nêzî 20 milyon Azerî hene ku metirsiyeke micid bo ser ewlehiya Îranê ne û Tehran jî naxwaze li wî şerî de tûşî şikestê bibe, lê karlêkeriyeke lawaz heye.
bi awayekî din, Îran li rewş û pêgehekê de nîne ku bikare li dijî Azeriyan raweste, civaka Azeriyan li Îranê, bi agehbûn û seheke gerim û gur li pişt “Bakû”yê ne.
Bi her awayekî be, Îran welatekî çend netewî ye û “Tehran” amadebûna wê yekê tinîne ku rêgirî li şoreşa netewên serkutkirî bike.
Li wê demê de hemû netewên Îranê ji girûpa “Ceyşuledil” ve bigre hetanî xebata xelkê Kurdistanê, xebata xwe dest pêkirine.