Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Aloziyên di navbera Îran û Amerîkayê de zêdetir dibin

11:45 - 25 Kanûna pêşîn 2020

Wezareta Hundir a Îraqê daye zanîn ku pîlaneke êrîşkirina bo ser devera kesk a Bexdayê hatiye eşkerekirinê û herwisa pêka hin zaniyariyan pîlana lêdana Balafirxaneya Bexdayê li rojîn bê de jî hatiye eşkerekirin.

Roja Pêncşemî 24ê Kanûna Pêşîn, Wezîrê Hundir yê Îraqê, “Osman El-Xenîmî” tekezî kir ku bernameyeke ewlehiya leşkerî bona pêşîgirtin ji êrîşkirinan bo ser devera Kesk bi rê ve diçe û ragihand ku kesekî bikerê êrîşa rakêtan ya li roja Yakşemiyê bo ser balyozxaneya Amerîkayê girtine.

Herwisa pêka çavkaniyên xwecihî yên Îraqê, hin zaniyarî hene ku pîlanek bona lêdana binkeyêya leşkerî ya Amerîka li balafirxaneya navnetewî ya Bexdayê li rojên bê hebûye ku Wezareta hundir a Îraqê ev pîlan eşkere kiriye.

“Osman El-Xenîmî” daye zanîn ku çendîn pîlanên êrîş bo ser devera “Kesk”a Bexdayê, heta niha pûç kirine û hevahengiyeke zêde digel hêzên Hevpeymanan û “Nato”yê bona peyda kirina terorîstan hene hene.

Li roja Yekşemî, 20ê Kanûna pêşîn, devera Kesk a Bexdayê bibû armanca 21 rakêtan ku berpirsên Amerîkayê, rejîma Îranê bi bikerê wan êrîşan dizanin.