Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Aloziyên di navbera Îsraîl û Felestîniyan de dem bi dem zêdetir dibe

13:50 - 12 Gulan 2021

Girûpa Hemas zêdetir ji 1050 mûşek ber bi Îsraîlê ve teqandine û Îsraîlê jî 24 kes li Xezê de kuştine û bi sedema zêdetirbnûna aloziyan li bajarê “Lad” ku nişteciyên wî bajarî Ereb û Cihû ne, rewşa awarte hatiye ragihandin.

Piştî êrîşa hêzên Hemasê ku zêdetir ji 1050 rakêt ber bi Îsraîlê ve teqandibûn û ew êrîş li ser bajarên wekî Orşelîmê bûne, Arteşa Îsraîlê bi Hemasê Huşdarî da ku, hemû bijarte li dijî wê girûpa milîs li ser masê ne.

Di êrîşa esmanî ya Îsraîlê de çendîn berpirsên payebilind ên Hemasê hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê di êrîşekê de fermandê para rakêtên girûpa Cîhadî Îslamî ê bi navê “Samih Ebdulmemlok” kuştiye.

Herwisa di êrîşa Îsraîlê de fermandê yekeya mûşekên dije tankên Xezê, yê bi navê “Eyad Fethî Şayik Şerîr” hatiye kuştin.

Berdevkê Gurdana Quds yê Cihada Îslamiya Felestînê, li peyameke vîdiyoyî de tevî tekezîkirin bi migafwergirtin ji mûşekên Bedir-3 li wan êrîşên dawiyê de li ser bajarên Îsraîlê, spasî li rejîma Îranê kir ku bo wan mûşekên Bedir-3 şandiye û ew bi çekên wê girûpê zêde kirine.

Herwisa piştî zêdebûna alozî li bajarê “Lad” li Îsraîl, Serokwezîrê Îsraîlê “Benjamin Netanyahu” li roja Çarşemî 12ê Gulanê, çûye wî bajarî.

Bajarê Lad li 15 kîlometriya bajarê “Tel Avîv” de ye û Bajarvanê wî bajarî daxwaz ji “Benjamin Netanyahu” kiribû ku, bona aramkirina wan aloziyan, arteşê bo wî bajarî bişîne.