Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Aloziyên li Efxanistanê zêdetir dibin

12:02 - 2 Îlon 2021

Tevî êrîşkirina hêzên Talibanê li ser devera Pencşîr û şikestxwarina hêzên Talibanê, berpirsên Talibanê ragihandine ku danûstandinên digel berpirsên “Pencşîr”ê bê encam mane.

Birsîtiya xelkê Efxanistanê ji aliyekê û serkevtinên hêzên berxwedana “Pencşîr” û avanebûna dewleteke giştgîr rewşa Efxanistanê aloztir kiriye û berpirsên Talibanê dane xuya ku tevî bê ancammana danûstandinan digel berxwenana “Pencşîr”ê, dê hewlên xwe bo çareserkirina aştiyane bidin.

Rêberê “Berxwedana Pencşîr”, Ehmed Mesûd tevî daxwaza çareserkirina aşitîxwazaneye pirsgirêkan gotiye, eger hêzên Talibanê dest bi êrîşan bikin emê li hember wan rawestin.

“Ehmed Mesûd” ê Kurê “Ehmedşah Mesûd” ragihandiye ku rêbaza bavê xwe li dijî Talibanhê berdewam bike û bereya berxwedan li dijî Talibanê li devera “Pencşîr”ê rêk xistiye.

Herwisa berpirsê Komîsiyona banghêjiya Talibanê, “Emîrxan Motteqî” bi rêya peyameke dengî ve rû li xelkê “Pencşîr”ê gotiye: “Me gelek hewl dane ku pirsa Pencşîr bi rêya danûstandinan ve çareser bibe, lê heta niha ti encameke erênî nebûye û em dîsan hewlê didin ku şer neqewime û pirsa Pencşîr bi awayê aştîxwazane çareser bibe.

Talibanê hêj nekariye dewleteke giştgîr ava bike û roj bi roj alozî û rewşa jiyana xelkê dijwartir dibe û heta beşeke xelkê Efxanistanê bo rizgarbûn ji wê rewşê rû li sînorên Îran û Pakistanê kirine.