Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amadebaşiya hêzên rejîma Îranê bo serkutkirin a mangirtina xwediyên kamiyonan

13:47 - 5 Nîsan 2022

Xwediyên kamiyonan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bo baştirkirina yasayên kar, bîme û zêdetikirina heqdestên xwe, man girtine û daxwaza cîbicîkirina daxwazên xwe dikin.

Di rêkefta 15ê Xakelêweyê de, rejîma Îranê ji tirsê serhildan û berfirehtirbûna nerizayetiya xwediyên kamiyonan ên bajarê Bokanê, hêzek zêde ên wekî hêza serkutkera “Garda Wêje” li ser rêya “Bokan-Naçît” ê kom kirine.

Di wan çend rojan de, ajotvanên wan xwediyên kamiyonan li bajarê Bokanê bo nîşandana nerizayetiya xwe li derheq bilindbûna nirxa bîmeya zoremilî ya maşînên barhilgir û kêmbûna kirayeya kamiyonan, man girtine.

Sala derbasbûyî, xwediyên kamiyonan ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi sedema guhnedana berpirsan bi daxwaziyên wan, man girtibûn.

Pirsgirêka xwediyên Kamiyonan û çaresernekirina wan ji aliyê berpirsên rejîmê, bi tenê ew beşa tûşî pirsgirêkan nekiriye belku pîşeyên din jî tûşî pirsgirêkan kirine.