Komîteya aboriya “Knesset” a parlemana Îsraîlê bûdceyek bi qasî 9 milyard Şîkil ku dibe 2.9 milyard Dollar, bo rawestan li hemberî êrîşên leşkerî û kiryarên rejîma Îranê bo beşa leşkerî ya vî welatî zêde kir.
Roja Pênçşemî 23`ê Kanûna Pêşîn, Parlemena Îsraîlê, bûdceya bi qasî 9 milyard Şîkl ku dibe 2.9 milyard dollar, bo beşa leşkeriya wî welatî bo êrîşên leşkerî ên wî welatî, li dijî navendên navkî yên rejîma Îranê pejirandiye.
Wezîrê Berevaniyê ê Israîlê“Aviv Kochavi”, daye zanîn ku: Ev Bûdceya bi armanca zêdekirina şiyana hêza leşkeriya Îsraîlê bo êrîşên leşkerî li dijî bernameyên navkî yên rejîma Îranê tê zêde kirin.
Herwisa di dawiya vê mehê de jî, berpirsê saziya Îtla`ata Israelê(Mûsad) “David Barian” ev yeka pejirandibû ku: “Dewleta Îsraîlê bo destpêrenegihîştina rejîma Îranê bi çeka navkî her kar an çalakiyek hewce be dê encam bide”.
Biryara zêdekirina bûdceya beşa leşkerî ya Îsraîlê piştî serdana şêwirmendê Ewlehiya netewyî yê Amerîkayê “Jake Sullivan” bo Tel Aviv û hevtîdan wî a digel serkomarê Îsraîlê “Isaac Herzog”, û, wezîrê bereveniyê yê Îsraîlê“Benny Gantz” hatiye encam dan.