Nûçegihaniya “HRANA”yê raporek derheq binpêkariyên mafê mirovî li sala 2021`an di Îranê de belav kiriye ku “2541 kombûnên nerizayetî, mangirtina sendîkayan û kedkarên sendîkayî hebûye”
HRANAyê derheq serkutkirina xelkê nerazî di sala 2021`an de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve wiha daye zanîn: “64 çalakvanên kedakarî hatine girtin û 9 kes ji çalakvanên kedkarî bi 276 meh girtîgeha te`izîrî, 124 derbe qamçî û 3 milyon Tumen cezaya nexdî hatine cezadan”.
Di wê amarê de hatiye ku %53 binçavkirina kedkaran hatiye zêdekirin.
Di vê amarê de behsa îdamkirnê jî hatiye kirin ku; “di destpêka sala 2021`an heta meha “Desember”a wê salê, cezaya îdamkirina 299 kesan bi rê ve çûye ku pêka sala 2020`an %26 zêde kiriye û %88 ev kesên hatinî îdamkirin bi awayê veşartî ji aliyê rejîmê ve hatine îdamkirin”.
HRANA di rapora xwe de daye zanîn; “4 kes ji îdamkiriyan zarokên hatinî cezadan bûne û %4 kesên hatinî îdamkirin bi tohmetên siyasî û ewlehî hatine cezadan”.
Li beşek din a rapora HRANAyê de behsa rewşa mafê jinan û zarokan di Îranê de hatiye kirin ku; “20187 haletên jinazarî û 24 halet ji qetlên namûsî, 2117 haletên zarokazarî, 15 haletên destdirêjî li ser zarokan, 54 halet ji xwekujiya zarokan, 2 halet rijandina “esîd” bi ser û çavê wan de, 29 halet firotin û qaçaxkirina zarokan û zewicandina 9 hezar zarok hatiye îşarekirin”.