Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amar: Di sala 2021an de 883 haletên binpêkirina mafê mirovî li Rojhilatê Kurdistanê hebûne

17:26 - 3 Kanûna Paşîn 2022

Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, di raporeke amarî de, îşare bi girîngtirîn haletên binpêkirina mafê mirovî li Rojhilatê Kurdistanê li sala 2021an kiriye.

Amar wiha ye:

Ev amare bi piştgirêdan bi amarên komkirî li Navenda Amar a Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê ye û bi sedema îznnedana çalakiyên saziyên mafê mirovî di Îranê de û geriyana azadane ya wan, amar zêdetir ji vê yekê ye.

Ev rapore îşare bi 833 haletên girîng yên binpêkirina mafê mirovî li sala 2021an dike:

Binçavkirin: 529 halet

Kuştî û birîndarbûna kolberan: 208 halet (46 halet kuştî û 162 halet birîndar)

Cezadan bi girtîgehê û hikamên din: 78 halet

Îdamkirina welatiyên Kurd: 33 halet

Kuştî û birîndarbûna welatiyên medenî bi sedema teqîna mînê: 35 halet (10kuştî û 25 birîndar)

Binçavkirî:

Hejmar: 529 kes

477 kes di wê heyamê de hatine binçavkirin

52 kes jî bo derbaskirina heyama cezayên xwe ku ew ceza berê bi wan re hatibû ragihandin û bo girtîgehê hatine veguhastin.

Çarçoveya çalakiyan (kesên ku hatinî diyarîkirin)

21 çalakvanê medenî, 7 çalakvanê çandî, 20 çalakvanê jîngehî, 6 xwendekar, 5 mamosta, 2 jeniyar û dengbêj, 8 çalakvanên kedkarî, 3 rojnamevan, 18 Sune mezheb, 3 girtiyê siyasî yên berê, 1 verzişvan, 1 kes peyrewê Ola Yarî, 1 kes endamê mekteba Quran, 1 malbata girtiyê siyasî, 19 neraziyên sala 1400an a Rojî, 1 serbaz, 1 helbestvan û nivîser, 1 parêzerê paye yek ê dadgusteriyê.

Çawahî û sedemê binçavkirina welatiyan:

Binçavkirin ji aliyê hêzên ewlehî ve: 471

Qedera nexuya piştî binçavkirinê: 436

Cihê nexuya piştî binçavkirinê: 389

Êrîş, vekolîna malan di dema binçavkirin ji aliyê hêzên ewlehî ve: 110

Zevtkirina kelûpelên kesî: 65

Lêdan û kutan di dema binçavkirinê de: 33

Tohmetên sepandî di dema binçavkirinê de (kesên ku hatinî diyarîkirin):

Hevkarîkirin digel Partiyên Kurdî: 35 halet

Têkdana hizra giştî: 23 halet

Birêvebirina rêûresma Newrozê: 18 halet

Beşdariya xelkê ku di xwenişandana bajarê Kirmaşanê de beşçdarî kiribûn: 17 kes

Hevkarî digel girûpên Olî: 15 halet

Piropagende li dijî nizamê: 6 halet

Beşdarîkirin li rêûresma sersaxiya Heyder Qurbanî, girtiyê siyasî yê Kurd: 5 halet

Nerizayetî derheq bi manora hêzên tundajoyên Selefî li Kurdistanê: 4 halet

Birêvebirina rêûresma roja Kedkarî: 2 halet

Bilindkirina ala Kurdistanê: 2 halet

Tohmet bi pîroziyan: 2 halet

Belavkirina şîrîniyan li salroja damezrandina Komara Kurdistanê: 2 halet

Strangotina jinan bi awayê tenê di kilîpan de: 2 halet

Wajokirin bo nîşandana nerizayetiyê li derheq menca binçavkirina welatiyên Kurd di Kurdistanê de: 1 halet

Tevlîbûn bi kempêna “na bo Komara Îslamî”: 1 halet

Çalakiyên siyasî: 2 halet

Hevkarînekirin digel hêzên ewlehî: 1 halet

Mijarên girêdayê mekteba Quranî: 1 halet

Zanyariyên zêdetir:

104 kes ji rêjeya binçavkirina menca berfireh a demsala Zivistanê di Kurdistanê de bûne. Ew menca binçavkirinê zêdetir ji 15 bajarên Kurdistanê li xwe girt.

39 kes ji binçavkiriyan jin bûne.

Menca yekem a binçavkirinan di Kurdistanê de li sala 1399an, binçavkirina 27 kes li bajarê Bane, Şino, Pîranşar, Mihabad û Sine li xwe girt.

Herwisa menca duyê di meha Pûşpera sala 1399`an de, binçavkirina 23 kes li bajarê Mihabadê, Şino û Pîranşehrê li xwe girt.

2 kes ji binçavkiriyan, temenên wan bin 18 saliyê bûye. (Arezo Mistefayî û Pêşewa Rehmanfer).

Piraniya welatiyên binçavkirî di dema binçavkirina demkî de ku nêvenciya binçavkirina wan li navbera 1 heta 2 mehan bûye, ji destpêregihîştina bi parêzer û hevdîtin digel malbartên xwe hatibûne bêparkirin.

Piraniya haletên binçavkirinê, bi bê hebûna belgeyên yasayî bûne.

18 kes li peywendî digel birêvebirina rêûresma Newroz di Kurdistanê de hatine binçavkirin, herwisa rêjeya gazîkiriyan gihîştiye bi 50 kesan.

Piraniya binçavkiriyan di qonaxên dadgehîkirinê de bi tohmeta “tenahî” û “hevkarîkirin digel Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê”, hatine tohmetbarkirin.

“Sureya Heqdûst û Aram Fethî”, çalakvanên medenî û ji endamên “Mala Însan” li bajarê Merîwanê zêdetir ji yek heftî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin

19 kes li meşa xwenîşandanên giştî yên sala 1400an di bajarê Kirmaşanê de hatine binçavkirin ku di wê amarê de îşare bi navê 15 kesan hatiye kirin, lê çavkaniyên xwecihî hejmara binçavkiriyan zêdetir ji wê rêjeyê ragihandine. Temenê çend kes ji wan binçavkiriyan jêr 18 saliyê ye.

Divê bê gotin ku li dawiya meha Junê heta Augustê mencek ji binçavkirin li bajarên Bokan, Mihabad, Şino, Pîranşehr û Sinê hate destpêkirin.

Li menca binçavkirinê ku ji 20ê Xezelwera sala 1400an heta dawiya Sermaweza sala 1400an destpê kiribû, herî kêm 40 kes ji bajarên Bane, Seqiz, Merîwan û Sineyê hatine binçavkirin.

Kejal Nesîrî û Ferheng Eyuzî, du çalakvanên medenî yên xelkê gundê Tengîser ê girêdayê bajarê Sineyê ne ku zêdetir ji 20 roj e hatine binçavkirin û bi bê mafê destpêregihîştina bi parêzer û hevdîtin digel malbatên xwe qedera wan nexuya ye.

welatiyên Kurd ên cezakirî bi girtîgehê û cezayên din

Hejmar: 78 kes

Çawahiya cezayên ku bi ser wan de hatiye sepandin:

Cezadan bi îdamê: 2 halet (girtiyê siyasî Şakir Bêhrûzî bo cara duyê bi îdamê hatiye cezadan û cezayê wî ji aliyê dîwana bilind a welat ve hate pejirandin. Herwisa girtiyê siyasî Metîn Xizrî jî, bi îdamê hatiye cezadan)

Girtîgeha te`izîrî: 380 sal û 3 meh û 44 roj

Girtîgeha ragirtî: 8 sal û 7 meh

Dûrxistin bo girtîgehên dûr ji cihê rûniştina wan: 2 kes

Rêgirî  bo derveyê Îranê: 1 halet

Cezayê nextî: 305 milyon Tumen

Lêdana qamçî: 310 derbên qamçiyan

Çarçoveya çalakiyên beşek ji wan welatiyan:

Çalakvanên medenî: 3 halet

Çalakvanên kedkar: 3 halet

Çalakvanê jîngehparêzî: 6 halet

Xwendekar: 1 halet

Rojnamevan: 5 halet

Girtiyê siyasî: 9 halet

Çalakvanên çandî: 2halet

Çalakvanê Sunne mezheb : 1 halet

Tohmetên sepandî:

Hevkarîkirin digel Partiyên Kurdî: 42 halet

Hewldan li dijî tenahiya netewî: 36 halet

Çalakvanê Olî: 4 halet

Têkdana hizra giştî: 1 halet

Bêrêzî bi rêber: 3 halet

Belavkirina nûçeyên çewt: 1 halet

Bêrêzî û sivikatîkirin: 2 halet

Beşdarî li nerizayetiyan: 9 halet

Şer digel Spaha Pasdaran: 2 halet

6 kes ji wan kesan jin bûne.

Kuştin û birîndarbûna kolberan:

Rêje: 132 kes (kuştî: 46 halet, birîndar: 162 halet)

Çawahiya kuştin û birîndar bûna Kolberan:

Teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikumeta Îranê: 122 halet

Teqeya hêzêm Artêşa Tirkiyê: 10 halet

Sirlêdan û hatina reniyê: 8 halet

Kevtin ji bilindahiyan ve: 25 halet

Îşkence û lêdan ji aliyê hêzên leşkerî ve: 12 halet

Rawestana dil di dema kolberiyê de: 3 halet

Teqîna mînê: 4 halet

Xendiqîn di nava çeman de di encama lipeykevtina hêzên leşkrî: 1 halet

Avêtin ji bilindahiyan ve ji aliyê hêzên leşkerî ve: 1 halet

Canjidestdan û birîndarbûn bi sedema qezayên hatinûçûnê: 22 bûyer

2 halet ji wê amarê, 2 birayên kolber bûn û xelkê gundê “Şimşêr” ê ser bi bajarê “Pawe”yê bûn ku hevdem bi hev re birîndar bûn, û herwisa 2 birayên din ku xelkê gundê “Dişe” yê ser bi bajarê “Pawe”yê bûn hevdem bi hev re birîndar bûn û yek ji wan piştî çend rojan bi sedema kûrahiya birînên xwe canê xwe ji dest dabûn.

Teqeya rasterast, parek ji haletên wê amarê li xwe digire ku beşek ji kolberan bi kom hatine kuştin û birîndarkirin.

Di 2 haletan de, hêzên li ser sînoran li sînorê “Newsûd” û “Urmiyê” kolber azar dabûn û îşkence kiribûn ku girte vîdoyek ji wê kiryara hêzên ser sînoran ku kolberên xelkê “Urmiyê” azar dabûn di nava torên civakî de belav bibû.

Herwisa di destpêka meha Gelawêjê de girûpek ji kolberan li ser sînorê “Bane”yê bi kom ji aliyê hêzên leşkerî ve rastî gullereşandinê hatin ku di encam de 1 kolber hate kuştin û aliyê kêm 5 kolber jî birîndar bûn.

25ê Xermananê, kolberek Kurd bi navê “Mihemedemîn Qadirî” kurê Salih bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Meran” yê ser bi bajarê Baneyê demûdest canê xwe ji dest da.

13ê Xezelwerê, kolberek Kurd bi navê “Mihemed Xudayî Kanîseyf” bi sedema liberkevtina 4 gulleyan li ser sînorê “Sardav” yê ser bi bajarê Baneyê canê xwe ji dest da.

“Alîşan Ehmedî”, xelkê bajarê Urmiyê ku li ser sînorê wî bajarî bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên Tirkiyê canê xwe ji dest dabû temenê wî 15 salî bû.

Canjidestdan û birîndarbûna welatiyên Kurd bi sedema teqîna mînê:

Di wê heyamê de 35 welatiyên Kurd bi sedema teqîna mîn û alavên şer di bajarên Kurdistanê de hatine kuştin û birîndarkirin. (10 kuştî û 25 birîndar)

12 kes li Kirmaşan ,9 kes li Îlam, 4 kes li Serdeştê, 2 kes li Seqizê, 1 kes Kameranê û 1 kes li Pîranşehrê, 1 kes li Baneyê, 1 kes li Urmiyê, 1 kes li Mihabadê, 2 kes li Bokanê, 1 kes li Pêncuwînê.

Li bajarê Îlamê zarokek 10 salî hate kuştin û zarokek 7 salî bi sedema teqîna mînê birîndar bû.

13 şivan, 4 kes zozançî, 2 kes cotiyar û 4 kes kolber bûne.

Herwisa:

3 pûçkerê mînanê li ser sînorê Îlamê hatine kuştin û birîndar bûne: (2 kuştî û 1 birîndar)

4 hêzên leşkerî ji wan 3 serbaz hatine kuştin û birîndarkirin (2 kuştî û birîndar)

Îdamkirin di Rojhelatê Kurdistanê:

Rêje: 33 kes

Tohmet: 14 kes bi tohmeta madeyên hişber û 19 kes bi tohmeta qetil û girtiyek siyasî yê Kurd bi navê Heyder Qurbanî hatine îdamkirin.

kesek ji wan kesê îdamkirî yê bi navê “Behadîn Qasimzade” ku di girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de bi tohmeta qetilê hate îdamkirin, di dema encamdana tawana xwe de temenê wî li jêr 18 saliyê bûye.

Gelemper: 336 halet

Ew tohmetên ku cezaya wan îdamkirin bû di tev Îranê de:

Qetil: 175 halet

Tawanên pêwendîdar bi madeyên hişber: 136 halet

Destdirêjî û mirovdizîn: 4 halet

Desdirêjî li ser mêran: 2 halet

Diziya çekdarî û qetl: 1 halet

Desdirêjî li ser mêran bi awayê bizorî: 2 halet

Muharibe û têkdana ewlehiya civatgeh û qetl: 4 halet

Girtiyê Sunne mezheb: 2 halet

Girtiyên siyasî: 7 halet (4 girtiyên siyasî yên Ereb: Casim Heyderî, Elî Xusircî, Husêyn Sêylawî, Nasir Xefaciyan. 2 girtiyên siyasî yên Belûç: Elî Metîrî, Cavîd Dêhqan) û (girtiyê siyasî yê Kurd, Heyder Qurbanî)

Nexuya: 1 halet

Herwisa

Jinên hatinî îdamkirin: 17 halet

Welatiyên ji neteweyên ku hatinî îdamkirinê (66 Belûç, 33 Kurd, 1 Azerî, 55 Ereb, Efxanistanî)