Parêzgarê Sinê îtiraf kir ku di birêvebirina bernameyên guherîna rewşa parêzgeha Sinê de şikest xwariye û qasa bêkarî hêj ji nêvinciya welat zêdetir e.
Roja Sêşemî 23ê Kanûna Pêşîn, Parêzgarê Sinê, “Behmen Muradniya” di civînekê de bi amadebûna Cihgirê Geşe û Afirankariya Kar yê Wezareta “Te`avon, Kar û Rifah” a rejîma Îranê ragihand: “Bi berdewamiya rewşa niha, ti hêvîyek bona guherîna rewşa wê parêzgehê tinîne”.
Parêzgarê Sinê ragihand: “Para wê parêzgehê ji çavkaniyên bankî yên Îranê ji %1 jî kêmtir e û bi wê pêkê ti hêviyek bona çareserkirina bêkariyê tinîne”.
Cudatîdanîn û zulim li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê bi rohn û eşkere li biryar û dabînkirina bûdceyê de tê dîtin û ti hêviyek ji wê rejîmê nîne ku bikare û bixwaze pirsgirêkên xelkê çareser bike û ya girîng bo rejîmê, birêvebirina siyasetên xwe yên çewt û dijî mirovî ye.