Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara betaliya mêran di Îranê de çend hemberê jinan e

11:15 - 5 Nîsan 2021

Pêka amara Navenda Amarî ya rejîma Îranê ku belav kiriye,  dide xuya, ku 2.4 milyon kes betal in.

Pêka wê amarê di nav 23.1 milyon karker de 2.4 milyon kes betal in. Pêka wê amara betaliyê jî, 1.7 milyon mêr betal in.

Eva jî di halekê de ye ku Serokê Odeya Esnaf yê rejîma Îranê daye zanîn, “hekî rewşa sor di asta Îranê de dîsan bê ragihandin dê rojane 3 milyon kes bê kar bimînin”.

Ev amar ku rejîmê belav kiriye serast nîne û amarên serast çend hemberên amarên rejîmê ne.