Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara bidarvekirin di Îranê de çend qat hatiye bilindkirin

12:21 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2022

Saziya Mafê Mirovî ya Îranê li derheq amara îdamkirinan li Îranê raporek belav kiriye û pêka vê raporê aliyê kêm 251 kes di 6 mehên destpêka sala 2022an de hatine îdamkirin.

Birêveberê Saziya Mafê Mirivî ya Îranê, “Mehmûd Emîrîmuqdem” di roja Înê 1ê Tîrmeha 2022an bi belavkirina raporekê daye zanîn: “Di 6 mehên destpêka sala 2022an de aliyê kêm 251 kes ku 6 ji wan jin û 67 hevwelatiyên Belûç in, hatine îdamkirin û bi helsengandin digel 6 mehên destpêka sala 2021an, ew amar 2 qatan zêde bûye.

Herwisa navbirî gotiye: “Bê şik armanca rejîma Îranê ji wan îdamkirinan tirsandina xelkê ye ku bikare rêgirî li xwenîşandanên li dijî rejîmê bike”.

Îran di warê bidarvekirina hevwelatiyan de li cihanê piştî welatê Çînê duyemîn welat e û ew rejîme bi tohmetên cuda hevwelatiyan îdam dike.