Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara binpêkariya mafê mirovî ya sala 1399`an a Rojî ji aliyê rejîma Îranê ve

12:04 - 24 Adar 2021

Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê amar binpêkariya mafê mirovî ya sala 1399`an a Rojî, ji aliyê rejîma Îranê ve belav kir.

Deqa amarê wiha ye:

525 haletên binçavkirinê li Kurdistanê di heyama sala 1399`an de

Pêka amarên ku li navenda amara Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê di raporeke cudakirî ya amarî de, berçavtirîn haletên binpêkirina mafê mirov di Kurdistanê de li heyama sala 1399`an, tête ber bas.

Navenda Amarî  ya Saziya Mafê Mirov a “Kurdpa”yê, li rapora yekem, haletên binçavkirin li Kurdistanê di heyama sala derbasbûyî de der dixe.  

Ew amare bi piştgirêdan bi haletên tomarkirî li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirov a “Kurdpa”yê tê belavkirin û belkî amara rastî, pêka vê rêjeyê zêdetir jî be.

464 kes ji wan binçavkiriyan, li heyama sala 1399`an hatine binçavkirin.

61 kes bo derbaskirina heyamê girtîgeha xwe ku berê bi ser wan de hatibû sepandin, hatine binçavkirin û veguhastine girtîgehan.

Sedem û awayê binçavkirina welatiyan:

Binçavkirin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve: 410 kes

Binçavkirin ji aliyê hêzên leşkerî ve: 48 kes (ji wan 30 kes kolber bûn)

Binçavkirin ji aliyê hêzên kincşexsî ve: 1 kes

Nerohniya qedera piştî binçavkirinê: 385 kes

Nerohniya cihê ragirtinê piştî binçavkirinê: 194 kes

Êrîş kirin û vekolîna malên welatiyan ji aliyê hêzên ewlehî: 133 kes

Êrîş û têkdana nav mal û xaniyên welatiyan li dema binçavkirinê: 12 halet

Zevtkirina emrazên kesîn yên welatiyan: 31 halet

Lêdan, azardan û îşkence û sivikatîkirin bi welatiyan di dema binçavkirinê de: 4 halet

Rohnbûna tohmetên ku bi ser wan de hatine sepandin li heyama binçavkirinê:

Hevkarî digel Partiyên Kurdî: 49 kes

Rexnegirtin ji Komara Îslamî û berpirsên hikûmetî: 7 kes

Çalakiyên ser torên civakî: 6 kes

Hilgirtina alaya Kurdistanê: 3 kes

Tekbêjiya jineke dengbêj li kilîpê: 2 kes

Bilind nirxandina salroja damezrandina Komara Kurdistanê: 2 kes

Vajokirina daxuyanî şermezarkirî derheq binçavkirina Zivistana sala 1399`an li Kurdistanê: 1 kes

Amadebûn li merasima canjidestdayên meha Xermananê: 2 kes

Peywendî digel berêvebirina cêjna Newrozê: 2 kes

Belavkirina nûçeyên pêwendîdar bi belavbûna vîrûsa Koronayê: 1 kes  

Rêgirîkirin ji birêveçûna rêûresma canjidestdana jîngeparêzan: 3 kes

Beşdarbûn di rêûresma canjidestdana jingeparêzan de: 2 kes

Bêrêzî bi behayan: 2 kes

Banghêjî bo kombûna nerizayetî di torên civakî de: 1 kes

Rexne ji rewşa xirab a aborî û hukmê îdamkirina 3 ciwanên nerazî: 1 kes

Şerê devkî derheq pirsên taybet bi tevgera Kurdistanê digel yek ji berpirsên padiganê: 1 kes  

Hevkarî digel Mocahidîna Xelq: 3 kes

Guherîna Ol: 2 kes

Beşdarîkirn li kombûnên nerizayetî di hember balyozxaneya Azerbaycanê de: 2 kes

Çalakiyên Partiyên Kurdan di gundan de: 4 kes

Çalakvanên Olî: 16 kes

Kolber û derbasbûn li sînor: 30 kes

Kasibkarî li sînor: 3 kes

Rêgirîkirin ji destbisergirtina pez û ajelên kasibkaran ji aliyê hêzên ewlehî ve: 5 kes

Rohniya hejmarek ji wan kesanên ku hatine binçavkirin:

Çalakvanên medenî: 25 kes

Çalakvanên jîngehparêzî: 11 kes

Çalakvanên wêje û çandê: 6 kes

Xwendkar: 7 kes

Mamosta: 3 kes

Rojnamevan: 5 kes

Nûçegihanê deng û rengê Komara Îslamî: 1 kes

Çalakvanên torên civakî: 4 kes

Lêkoler û nivîser: 3 kes

Parêzer: 3 kes

Hunermend: 1 kes

Jenyar û dengbêj: 3 kes

Çiyager: 2 kes

Werzişvan: 1 kes

Çalakvanê mafê jinan: 1 kes

Endamê Bereya Yekgirtiya Kurd: 1 kes

Malbatên çalakvanên siyasî: 1 kes

Çalakvanên kedkarî: 1 kes

Wezîfedar: 4 kes

Endamên şêwraya gundan: 3 kes

Çalakvanên olî: 37 kes (yên Sunî Mezheban 30 kes, yên Mesîhî 2 kes, Derwêşên Gunabadî 2 kes, endamê mekteba Quranê 3 kes)

Kolber: 30 kes

Kasibkar: 3 kes

Ronkirina zêde:

104 kes binçavkiriyên menca Zivistanê, di Kurdistanê de hatine binçavkirin. Sêhemîn menca binçavkiriyan, zêdetir ji 15 bajarên Kurdistanê de rû daye.

33 kes ji binçavkiriyan jin bûn.

Menca yekem a binçavkiriyan li Kurdistanê di sala 1399`an de, binçavkirina 27 kesan ji Banê, Şino, Pîranşehr, Mihabad û Sineyê li pey xwe aniye.

Herwisa menca duhem di meha Pûşpera sala 1399`an de, binçavkirina 23 kesan li Mihabadê, Şino û Pîranşehrê li pey xwe aniye. 

8 kes ji binçavkiriyan, temenê wan di bin 18 saliyê de bûye (Semî Şerîfiyan, Mesûd Xule, Hêmin Edwayî, Kiyumers Edwayî, Ariya Emînî, Hewram Nadirî, Arezû Mistefayî û Pêşewa Rehmanîfer).

Berê ew binçavkiranane di heyema binçavkirinê de bi awayê demkî ku nivînciya wan 1 heta 2 meh e, ji destpêragihîştin bi parêzerên diyarîkirî û çavpêketin digel malbatên xwe hatine bêparkirin.

Piraniya girtiyan bi bê hebûna belgên yasayî hatine binçavkirin.

Herwisa piraniya girtiyan, di qonaxa meşa dadresî û herwisa dadgehîkirina wan de, bi tohmetên “ewlehî û hevkarîkirin digel partiyên opozisyon yên dijberên nizam”ê hatibûne cezadan.

Amadekar: Evîn Mistefazade

W: Sîna Qasimî