
Gorî hinek amarên ku rojane rejîm radigehîne, hejmara miryên bi sedema Korona yê di Îranê de j 21 hezar kesî derbas bûye.
Gorî amara ku wezareta tendirustiya rejîmê ragihandiye, li destpêka peydabûna Vîrûsa Korona yê heya niha, di Îranê de 363 hezar û 370 kes bi wê Vîrosê ketine û pitir ji 21 hezar kesî canê xwe ji dest dane.
Ewa jî di demekê deye ku ti yek ji amarên ku rejîm radigehîne, rast nînin.
Gorî hinek amarên nefermî û heta Êtirafa hinek ji deshilatdarên rejîmê , texmîn tête lêdan ku heya niha pitir ji 70 hezar hesî canê xwe ji dest dabin.
Rojane sedan kes bi sedema wê Vîrûsê di Îranê de canê xwe ji dest didin û rejîm jî berdewam rastiyan diweşêre.
Nahîd Xudakeremî endama şêvra bajarê tehranê ragihand ku di heyamê derbasbûyî de tenê li bajarê tehranê, 10 hezar û 200 kes mirine.
Gorî gotina berdevka wezareta tendirustiya rejîmê, niha 227 bajarên Îranê di rewşa “Sor” dene û berdewam ketina bi Koronayê di îranê de ber bi zêdebûnê ve diçe.
Parêzgehên weke Mazenderan, Tehran, Qum, Xurasana Bakur, Îsfehan, Kirman, Simnan, Tewrêz, Zencan, Qezwîn, Yezd, Gîlan, Fars, Îlam, Loristan, Gulistan, Kirmaşan, Urmiye, Ehwaz, Hormozgan û gelek cihên dinê de, di heçî kîjan ji wan cihan de rojane dehan kes canê xwe ji dest didin, ewa jî di demekê deye ku rejîm wan miryan nayêxe nava amarên fermiye xwe.