Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara canjidestdan bi sedema Koronayê li Îranê zêdetir bûye

13:11 - 29 Tebax 2021

Amara pêketin û canjidestdan bi sedema Koronayê di Îranê de her rojê zêdetir dibe û karbidestên rejîma Îranê bo çareserkirina wê rewşa xirab ti pêngavekê hilnagirin.

Rewşa Koronayê di Rojhelatê Kurdistan û Îranê de karesatan diafirîne û roj bi roj ew amara tûşbûn û canjidestdan zêdetir dibin lê karbidestên rejîmê ew kirîza mirovî piştguh avêtine û ti pêngavekê bo çareserkirina ew rewşa hilnagirin.

Pêka amara Wezareta Tenduristiya Îrane di  rojekê de zêdetir ji “614” kes bi sedema koronayê canê xwe ji dest didin di vê halê de Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê Wezareta Tenduristiyê gotiye: “Divê xelk şûkirdar bîn ku amara canjidestdanê di rojekê de negihiştiye bi hezar û 500 kesan”.

Herwisa pêka girte vîdiyoyekê ku hatiye belavkirin, têde bas hatiye kirin ku amar gelek zêdetir ji vê yekêye ku tê belavkirin û rewş bi qasekî dijwar bûye ku heta xelk bo wergirtina termê kes û karên xwe di sefan de radiwestin.

Di halekê de ku vaksena Korona û dermanên asayî yên wekî sêrum û cihê razandina nexweşan dest nakeve, niha kêm bûna pizîşkan jî bûye kirîzek din.

Pêka amara ku rejîma Îranê li roja Şemî 28ê Tebaxê belavkiriye, 614 kesên din bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane û 26 hezar û 34 pêketiyên nû hene.