Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara dizî li Îranê di heyama pênc salan de 4.5 beranber bilind bûye

11:26 - 26 Hezîran 2022

Amarên rejîmê vê yekê nîşan didin ku di Îranê de li heyama pênc salên derbasbûyî de amara diziyê %360 bilind bûye.

Nûçegihaniya “Aftab” a ser bi rejîma Îranê belav kiriye ku di sala derbasbûyî de amara dizîkirinê 1 milyon û 400 hezar halet hatiye tomarkirin.

Li gor amarên rejîmê nirxa enflasiyon ji sala 1395an a Rojî heta sala 1400an, 4.4 qat bilin bûye.

Eva jî di halekê de ye ku li gor amara “Navenda Amarî ya rejîma Îran”ê li sala 1385an a Rojî, 130 hezar û 495 halet bûye û di heyama dehikekê de wate heta sala 1395an a Rojî, gihaye bi 343 hezar û 425 haletan. Ew amare her salê li gor nirxa enflasiyênê bilind dibe.

Xelk di Îranê de bi sedema nedarî û destkurtî rû li hemû diziyekê dikin û di îsal de çendîn haletên dizîkirinê yên wek dizîna deriyê averoyan, nîşandekên hatinûçûnê, sîmê berqê û dehan diziyên dinê hatine tomarkirin.

Di heyama çar salên borî de, Îran hertim di despêka rêzbenda wan welatên cîhanê de bûye ku nirxa enflasiyona wan bilind e.

Sindoqa Navnetewî ya Dirav nîşan daye ku Îran îsal piştî Vênêzoêla, Arjantîn, Surînam, Yemen, Sûdan, Zîmbawê, Êtyopî û Tirkiye xwediyê rêjeya herî bilind a enflasyonê di cîhanê de ye.

Navenda Amariya rejîma Îranê destpêka Pûşpera îsal daye zanîn ku nirxa enflasiyona xal bi xal di Cozerdana 1401an a Rojî de gihaye bi %52.5, ku bi helsengandin digel meha borî zêdetir ji 13% hatiye bilindkirin.

Piraniya amarên ku li vir hatine yên navendên amarî yên rejîma Îranê ne û amara enflasiyon û dizîkirin di Îrabê de gelek ji vê yekê zêdetir e.