Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara hêla hejarî di Îranê de 2 hember bilind bû

10:24 - 5 Çirriya pêşîn 2021

Amarek nû li derheq hêla hejarî di Îranê de hate belavkirin, û pêka wê amarê di dehika 90`ê de hejmara hejarên Îranê du beraber bûye û 4 milyon kes hatine bin hêla hejariya navnetewî ku 5.5 Dolar daketiye.

Pêka wê amarê nêzî 8 milyon kes ji qata nivîncî bo qata xwarê daketine.

Ew amare nîşan dide ku hejmara kesên hejar ji sala 2012 heta 2019an nêzî du hember zêde bûye. Di wê midehê de zêdetir ji 4 milyon Dolar bi qada hejaran zêde bûne û hêla hejarî ji %6.4 ber bi %12 ve zêde kiriye.

Pêka lêkolerên Îranê ku lêkolîna dijî xweşbijîvî û enflasiyonê ji sala 2010 heta 2019an ve kirine, vê yekê nîşan dide ku di wê yek dehikê de xerca malbatan rastî derbeyek giran hatiye. Pêka wê lêkolînê, malbatên di gundan de rastî zêdetirîn derbeyên aborî hatine.