Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara Korona di Rojhilatê Kurdistanê de roj bi roj ber bi bilindbûnê ve diçe

11:21 - 3 Hezîran 2020

Vîrûsa Korona di Rojhilatê Kurdistanê de her roj canê çendîn welatiyan digre û bêkîfayet û neşiyana berpirsên rejêmê jî di hember Rojhilatê Kurdistanê de dîyar e.

Rejîm tevî dabînnekirina emrazên hewce bo berevanîkirin li hember vîrûsa Koronayê di Rojhilatê Kurdistanê de, li ser wê hale de jî amarên dirust û serast belav nake.

Pêka amarên ku ji aliyê navendên tendirustî yên rejîmê ve hatine belavkirin, di parêzgerha Urmiyê de zêdetir ji 6057 kes bi Koronayê ketine û 231 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Li parêzgeha Sine ku her roj hejmarek kes bi vîrûsa Koronayê dikevin, 3308 kes pêketine û 157 kes jî bûne qurbanî.

Parêzgeha Kirmaşanê ku di rewşeke awarte de ye û amara pêketiyên Koronayê roj li pey roj zêde dibe, heya niha 5267 kes pêketine û 133 kes canê xwe ji dest dane.

Li parêzgeha Îlamê jî 1048 kes pêketine û 67 kesan canê xwe ji dest dane.

Di parêzgeha Luristanê de jî 4453 kes pêketine û 165 kes jî bûne qurbanî.

Heya niha pêka amarên dûr ji rastiyê yên Navendên Tendirustî yên rejêma Îranê, li ser hev di Rojhilatê Kurdistanê de 20,133 kes bi Koronayê ketine, û 753 kes jî bûne qurbaniya bêkîfayetî û neşiyana berpirsên rejîma Îranê.

Xelkê Rojhilatê Kurdistanê dibe guh nedine axavtinên vala yên berpirsên rejîmê û dibe xwe li hember wê nesaxiyê biparêzin û rênimiyên tendirustî li ber çav bigrin.