Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara Koronayê di Îranê de zêde dibe

13:04 - 25 Gulan 2020

Roja Yêkşemiyê 24`ê Gulanê, Kiyanûş Cehanpûr Berdevkê Wezareta Tendirustî yê rejîmê ragihand ku di 24 demjimêrên derbas bûyî de, 2 hezar û 180 kesên ku vîrûsa Koronayê girtine di Îranê de hatine naskirin.

Gorî gotina Berdevkê Wezareta Tendirustî yê rejîmê, heya roja Yekşemî, 135 hezar û 701 kes tûşê koronayê bûne.

Tenê roja Yêkşemî, gorî amara ku Kiyanûş belav kirî, 57 kesan bi wê nesaxiyê canê xwe ji dest dane û hejmara kesên ku heya niha mirine, gihîşte 7 hezar û 417 kesan.

Eve jî di demekê de ye ku gorî hinek amarên ku ji aliyê sazî û navendên xeyrî dewletî yan ji aliyê çalakvanên civakî û opozîsyonên rejîmê ve têne belavkirin, bas ji mirna pitir ji 40 hezar kesî tê kirin, û herwisa bas ji tûşbûna milyon kesan tê kirin.

Her niha bi sedema belavbûna bilez a Koronayê û mirin û tûşbûna bi wê nesaxiyê, rejîmê bixwe rewşa awarte di çendîn parêzgehên Îranê de ragihandiye.

Di parêzgehên Xûzistan, Luristan, Sîstan û Belûçistan, Kirmaşan, Îlam û Urmiyê rewş gelek xirab e û rejîm heta nahêle zaniyariyên tewaw ji wan parêzgehan belav bin.