Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara Kuştiyên şerê Sûriyê hate îlankirin

11:23 - 16 Adar 2019

Kurdistanmedia: Saziya Çavdêr a Mafê Mirov li Sûriyê, Amara nû a kuştiyên şerê Sûriyê ragehand.

Li gorî amara nû a Saziya Çavdêr a Mafê Mirov li Sûriyê, zêdeyî 370 hezar kes li şerê di vî welatî de hatine kuştin,  ku 112 hezar û 623 kes ji van kuştiyan sivîl in, û herwisa zêdeyî 21 hezar kesên din jî zarok û 13 hezar kes jî  jin bûne, û 125 hezar jî serbazên artêşa Sûriye û milîş û hevalbendên Sûriyê hatine îlankirin, û herwisa 67 hezar kuştiyên din jî, ji hêzên hevpêyman yên Sûriyê  yên wekî şervan û hêzên Kurdî hatiye îlankirin.

Endamên girûpên terorîstî yên wekî “DAÎŞ”, “Tehrîr El-Şam”, û herwisa taya “El-Qa`êdê”, a li Sûriyê nêzîkî 66 hezar kes hatine kuştin.

Pêka vê amara nû, a Saziya Çavdêr a Mafê Mirov li Sûriyê, nêzîkî 13 hezar hevwelatiyên Sûriyî jî, bûne penaber li welatên din.

Amarên herî dawiyî yên Saziya Çavdêr a Mafê Mirov li Sûriyê, 360 hezar kes hatiye îlankirin.

Bi sebeba bandorên guherînkariyên siyasî yên Rojhilata Navîn a bi navê Bihara Erebî,  ku li Beframbara sala 2011`an destpê kir, bi sebeba serkutkariyên rejîma Beşar Esed, û destêverdanên welat û girûpên tundrew, bo bi şereke giran di vî welatî de, û heya niha jî berdewame.

Rejîma Îslamî a Îranê bi hinceta parastina herem yan ziyaretgahên Şî`e meseban, hêza terorîstî a Qods  û herwisa bi pitevanîkirina aborî û çekan a girûpên terorîstî, destêverdanê di karûbarên wî welatî de dike.