Gorî lêkolîna belavoka navnetewî a nexweşiyên “Ifûnî” amara tomar kiriye mirinên meha Xezelwera 98 an heya 4902 kesan hatiye ragihandin.
Wê belavokê ragihandiye ku amara miriyên meha Xezelwerê nişkê de heya 4200 kesan ji hejmara miryên meha Rezberê zêdetir bû.
Gorî wê lêkolînê di meha Rezbera 98an mirna 700 kesan di Îranê de hatibû tomar kirin, ewa jî di demekê de ye ku di meha Xezelwerê de mirna 4902 kesan hatiye tomar kirin, ewa jî dide îsbatkirin ku pitir ji 4 hezar kesî di xwenîşandanên meha Xezelwerê de ji aliyê rejîmê ve hatine kuştin.
Di serhildana xelkê Îranê li meha Xezelwera 98an de, ku piraniya bajarên Îranê bi xwe ve girt, hêzên mirovkuje rejîmê gelek hovane û bi hemî çekekî şer xelkê xwenîşander dikuştin.
Di bajarên wekî Tehran, Şîraz, Bûşêhr, Ehwaz, û li Kurdistanê de jî bajanê Merîwan û Ciwanro yê de kuştara bê rehmane encam dan û ser hev gorî amarên nefermî pitir ji 4 hezar kesî kuştin.
Rejîmê heya nihajî ti amarekî fermî li ser kuştiyên meha Xezelwera 98ê eşkere nekiriye.
Pêşda jî hinek jêderên bîhanî ku xwe mijûlî komkirina amara kuştiyên serhildana Payîza 98ê kiribûn, Roytêrzê di raporekê de ragihandibû ku hejmara kuştiyan pitir ji 4500 kesane.