Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara mirna bi sebebê wexwarina Elkolê zêde dibe

12:37 - 8 Nîsan 2020

Hejmara kesên ku bi hegera wexwarina Elkolê di Îranê de canê xwe ji dest didin, ji 600 kesî derbas bû.

Her li despêka peydabûna Vîrûsa Korona yê di Îranê de basê hindê belavbû ku goya kesên ku Elkolê diwexon, tûşî Koronayê nabin, ewa jî bû sebeb ku parek ji xelkê Îranê, bi hegera nebûn û qedexe bûna Meşrûbatên elkolî, dest kirne bi wexwarina elkola Sen`etî û Elkola Tibî.

Pêka wan amarên ku heya niha xudî demûdezgehên rejîmê belawkirine, pitir ji 600 kesî di Îranê de bi vê hegerê canê xwe ji dest dane.

Ewa jî di demekê deye, ev Elkola ku di bazarê de û gelek bi sanahî destdikewe û hankî cihê tirsê ye û gelek zû dikare canê mirovan jê bistîne, ji aliyê Sipaha terorîste Pasdaran ve dikeve bazarê.

Ku wisaye sebebkarê belavkirina vê Jehrê bi navê Elkol û can ji dest dan û jehrawî bûna Hezaran kesan, Sipaha Pasdaran û Şirketa Elkol Pars in.