Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara nû ya qurbaniyên Korona yê di Îranê de

18:27 - 6 Nîsan 2020

Roja Duşemiyê, 18`ê Xakelêwe, Wezareta Tenduristiya rejîma Îranê ragihand ku, amara wan kesên ku di Îranê de tûşî vîrûsa Korona yê bûne, geheştiye 60 hezar û 500 kesan, û hejmara kesên ku bi vê hegerê jî canê xwe ji dest danî, gihîştiye 3739 kesan.

Wezareta Tenduristiya rejîma ragihand ku di heyamê 24 demjimêrên derbasbûyî de 2274 kesên dinê tûşî Korona yê bûne.

Wezareta Tenduristiya rejîma Îranê Îro Duşemî 18 ê Xakelêwê ragihand:

Hejmara wan kesên ku di heyamê 24 Se`etên derbas bûyî de li Îranê bi hegera Vîrûsa Korona yê canê xwe ji dest dane, 136 kesin.

Herwisa ragihand ku halê 4083 kesan gelek xirabe û di bin çawedêriya tunde pizişkî dene.

Ewa amareke ku rejîm radigihîne, Sazî û aliyên cuda cuda ye Cîhanî û çalakvanên navxwe ye Îranê radigehînin ku amara tûşbûyîan û miriyan bi sedema Koronayê, gelek ji wê hindê zêderire ku rejîm radigehîne.

Hinek jêder basê can ji dest dana pirtir ji 17000 hezar kesî dikin.