
Roja Sêşemiyê, 14`ê Nîsana 2020 an,Kiyanûş Cihanpûr berdevkê Wezareta Tenduristiya rejîma Îranê ragihand ku, amara wan kesên ku di Îranê de tûşî vîrûsa Korona yê bûne, geheştiye 74 Hezar û 877 kesan, û hejmara kesên ku bi vê hegerê jî canê xwe ji dest danî, gihîştiye 4683 kesan.
Wezareta Tenduristiya rejîma Îran ê ragihand ku di heyamê 24 demjimêrên derbasbûyî de 1574 kesên dinê tûşî Korona yê bûne.
Wezareta Tenduristiya rejîma Îranê Îro Sêşemî 14 ê Nîsan ê ragihand: Hejmara wan kesên ku di heyamê 24 Demjimêrên derbas bûyî de li Îranê bi hegera Vîrûsa Korona yê canê xwe ji dest dane, 98 kesin.
Herwisa ragihand ku halê 3691 kesan gelek xirabe û di bin çawedêriya tunde pizişkî dene.
Ewa amareke ku rejîm radigihîne, Sazî û aliyên cuda cuda ye Cîhanî û çalakvanên navxwe ye Îranê radigehînin ku amara tûşbûyîan û miriyan bi sedema Korona yê, gelek ji wê hindê zêderire ku rejîm radigehîne.
Gorî amaran di astê Cîhanê de jî hejmara kesên ku Korona yê girtine ji 2 Milyon kesan derbas bû , û heya niha pitir ji 130 Hezar kesî jî canê xwe ji dest daye.