
Roja Sêşemiyê, 16`ê Nîsana 2020 an, Wezareta Tenduristiya rejîma Îranê ragihand ku, amara wan kesên ku heya niha di Îranê de tûşî vîrûsa Korona yê bûne, geheştiye 77995 kesan, û hejmara kesên ku bi vê hegerê jî canê xwe ji dest danî, gihîştiye 4869 kesan.
Wezareta Tenduristiya rejîma Îran ê ragihand ku di heyamê 24 demjimêrên derbasbûyî de 1606 kesên dinê tûşî Korona yê bûne.
Wezareta Tenduristiya rejîma Îranê Îro Pêncşemî 16 ê Nîsan ê ragihand: Hejmara wan kesên ku di heyamê 24 Demjimêrên derbas bûyî de li Îranê bi hegera Vîrûsa Korona yê canê xwe ji dest dane, 92 kesin.
Herwisa ragihand ku rewşa -3594 kesan gelek xirabe û di bin çawedêriya tunde pizişkî dene.
Elîriza Reîsî cêgirê wezareta tendirustiya rejîmê li derheq amara tûşbûyîan û miriyan di Îranê de gotie: Amara tûşbûn û can ji dest dana bi sedema korona yê di Îranê de, bê şik gelek ji wê amarê zêdetire ku bi awayê fermî tête ragihandin.