
Pêka amarên fermî, ku rejîmê ragihandiye di heyamê mehekê de, nêzîkî 3 Hezar kesan di Îranê de bi sebebê bikar anîna Elkolê jehrawî bûne û tendirustiya wan têkçuye, û aliyê kêm 350 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Bi sedema belavbûna vîrûsa korona yê di Îranê de, zaf kesan bi meqseda xwe parastinê daku tûşî Korona yê nebin, hewara xwe birine ber wexiwarina Elkola sen`etî ku ev Elkola sen`etî gelek zirarê digihîne hundira mirovan, her bi vê sedemê tendirustiya pitir ji 3 Hezar kesan heya niha têk çuye û 350 kesan jî canê xwe ji dest dane,
Eva jî di demekê deye ku xelkê Îranê bi wî awayî canê xwe ji dest didin, wezareta tendirûstiya Îranê roja Sêşemî, hejmara qurbaniyên vîrûsa korona yê di wî welatî de 2234 kesan ragehand.
Elkola sen`etî ku welatî bi meqseda xwe parastin ji vîrosa koronayê bikar tînin , gelek zirarê digehîne hundirê mirovan, serbarê vê yekê rejîma îslamiya îranê ji tu cure alîkariyek bo pêşîgirtin ji vê vîrûsê negirtiye ber xwe ku roj bi rojê hejmara qurbanî û tûşbûyan zêde dike.