
Dawî amarên korona yê ku ji aliyê rejîma Îran ê hate ragihandin, 229 kesên din di heyamê 24 demjimêran de canê xwe ji dest dane.
Pêka dawî amarên rejîma Îranê li ser can ji dest dana bi sedema Korona yê, ji roja Duşemî heya roja Sêşemiyê, di Îranê de, 2 hezar û 625 kes tûşî wê vîrûsê bûne ku, Hezar û 977 kes ji wan pêketiyan, di nexweşxaneyan de hatine razandinê û 229 kesan jî bi sedema Korona yê canê xwe ji dest dane.
Pêka qasa tûşbûn û qasa razandina wan kesên pêketiyên vîrûsa Korona yê, vîrûs berfirehtir bûye û dijwariya wê ser nexweşan zêdetir dibe.
Xemsariya rejîma Îranê derheq belavbûna vîrûsa Korona yê, daketina asta tenduristiya xwarin û asta kirîna hewcehiyên xwe parastina ji tûşbûn bi vîrûsa Korona yê û têkçûna rewşa hundriya xelkê Îranê bi sedemên wekî givaşên jiyanê, gendelî û diziya berpirsan û ji hemiyan girîngtir, nîgeraniay xelkê Îranê ji pêşeroja ne-rohin, gefeke herî cihê tirsêye li ser hundirê xelkê Îranê.
Kesên wiha aloz, bergiriya leşên wan di hember vîrûsa Koronayê de, bi çendîn qat ji kesên asayî kêmtir e.