Wezareta Tendirustiya rejîma Îranê daye zanîn ku amara qurbaniyên Koronayê ji 128 hezar kesan derbas bûye û lêdana vaksena Koronayê ji destpêka meha Sermawezê de dê bibe bi zorî.
Roja Şemî 13ê Çiriya Paşîn, Wezareta Tenduristiya rejîma Îranê daye zanîn ku di 24 demjimêrên derbasbûyî de 124 kes bi sedema tûşbûn bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 4 hezar û 300 kes tûşî wê vîrûsê bûne, amara giştî ya qurbaniyên Koronayê ji 128 hezar kesan derbas bûye û amara tûşbûn bi wê vîrosê gihîşte bi 6 milyon û 31 hezar û 575 kesan.
Herwisa di wê derheqê de li Rojhilatê Kurdistanê li parêzgeha Urmiyê, bajarên “Şino, Pîranşar, Serdeşt, Poldeşt, Çaypare û Şot” di rewşa sor a koronayê de ne û Wezareta Tendirustiya rejîmê daye zanîn ku amara qurbaniyên koronayê di wê parêzgehê de zêdetir bûye.
Amara serast a qurbaniyên vîrûsa Koronayê û rêjeya tûşbûn bi wê virûsê gelek zêdetir ji amarên belavkirî ên rejîma Îranê ne.
Rejîma Îranê bi siyasîkirina kirîna vaksenên bi wec ên Koronayê trajêdiyeke mirovî di Îranê de afirand û bû sedema xisarên canî û malî ên gelek zêde û berpirsê tevahiya wan xisaran, rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî” û birêveberên fermanên wî ne.