Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara qurbaniyên Koronayê zêdetir dibe

10:58 - 9 Adar 2020

Di demekê de ku vîrûsa Koronayê di hemû dever û bajar û parêzgehên Îranê de belav bûye, mixabin hindê pêdiçe hejmara qurbaniyan zêdetir dibe, niha jî rejîm rastiyan diweşêre û amarên serrast belav nake.

Di demekê de çalakvanên warên cuda cuda li derheq xisara bi hegera vê vîrûsê li ser torên civakî belav dikin, û pêka berfirehiya wê nesaxiyê di seranserê Îranê de, texmîn tête lêdan ku hezaran kesê canê xwe ji dest dabin, berdevkê Wezareta Tendurustî ya rejîmê, Roja Yekşemî ragihand ku 194 kesan di Îranê de canê xwe ji dest dane.

Mihemed Husên Qurbanî, Cihgirê Wezîrê Tendurustî yê rejîmê li parêzgeha Gilanê ragihand: “Ku tenê di Gîlanê de aliyê kêm 200 kes mirine”. Wî desthilatdarê rejîmê got dibe em rastiyan bêjne xelkê, dibe em cehda berahîkgirtina qurbaniyên zêdetir bigrin. Dibe em îmkanatan bidine xelkê, dibe em rênimayiyan bidine xelkê ku çawa xwe biparêz in, ne eva ku em rastiyan ji xelkê weşêrin.

Pêka hinek jêderan heya niha pitir ji 500 kes li Qumê mirine, pitir ji hezar kes li Tehranê, 408 kes li Gîlanê û li parêzgeh û bajarên dinê jî serhev sedan kesan bi hegera vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane.