Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara rastî ya Koronayê di Îranê de belav nabe

12:01 - 27 Nîsan 2020

Pêka gotin û îtirafa parek ji berpirsên îdarî di Îranê de, rejîmê di despêkê de heya niha, amara rastî ya tûşbûyî û qurbaniyên vîrûsa Koronayê di Îranê de belav nekirine.

Bo vê mebestê jî demûdezgehên emnî û zêrevanî, haydarî dane navendên vekolîn û belav kirina amaran di zanîngehên zanist yên pizişkî li piraniya parêzgehên Îranê de, ku nabe bi çi awayekê amaran belav bikin.

 DR. “Nîkbext” Serokê Zanîngeha Zanistî ya Pizişkî li parêzgeha Luristanê îtiraf bi vê rastiyê kir ku berpirsan ji serwe ferman dane wan ku amaran belav nekin.

Mebesta rejîmê jî eve ye ku wisa bide xuyakirin ku bi ser Koronayê de serkevtî ye û ber hindê amara mirin û tûşbûnê jî kêm bûye. Di demekê de ku rojane sedan kes bi sedema Koronayê di Îranê de dimrin, rejîm amarekî direwîn belav dike ku renge yek ji pênceya amara rastî bin.

Her li derheq rast belav nekirina amara Koronayê ji aliyê rejîmê ve, yek ji endamê Şêwreya bajarê Tehranê hate ziman û got: “Eva ku em dibînin di gel eva ku tête ragihandin, du tiştê jev cuda ne.

Pêka biryara rejîmê niha amara Koronayê ku rojane ji aliyê Wezareta Tendirustî ya rejîmê ve tête belavkirin, amara pitir ji 20 parêzgehan ji amara rojane hatiye reşkirin.