Amara “telaq” di Îranê de bilind bûye û ji her 3 zewacan yek ji wan bi “teaq”ê bi dawî tê.
Cihgirê karûbarê Ciwanan yê Wezareta Werziş a rejîma Îranê “Vehîd Yamînpûr”, tevî îşarekirin bi zêdebûna temenê zewacê, gotiye ku di Îranê de amara telaqê gelek zêdebûyê û gehiştiye astekê ku ji her 3 zewacan, yek ji wan bi telaqê bi dawî tê.
Amara berdanê di hin parêzgeh û deverên Îranê de bi taybet di parêzgehên piştguhxistî û geşenekirî wekî “Sîstan û Belûçistan”ê de çend qat zêdetir ji amarên fermîn e.
Di vê derheqê de Serokê Giştî yê Îdareya Tomara Barê Kesayetî di parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê gotiye ku rojana 7 haletên telaqê di wê parêzgehê de hene û di heyama 9 mehên îsal de 2 hezar û 95 haletên telaqê hatine tomar kirin.
Sedemên bingehîn ên zêdebûna rêjeya telaq di Îranê de vediger ser rewşa xiraba aborî, bêkarî, zêdebûna tundûtîjî, hejarî, bêhîvîtî ji paşerojê, bilindbûna nirxan, zêdebûna rêjeya bikaranîna madeyên hişber û … hwd, di civaka Îranê de ne.