
Bi sedema zêdetirbûna hejarî, daketina dahat, betalî, nemana hêvî bo paşerojê û nebûna ewlehiya kar, jiyan û paşerojê, amara telaq li parêzgeha Sineyê %16 zêdetir bûye.
Berpirsê Giştî yê Tomarkirina Barê Kesayetî (Sebtê Ehwal) ya parêzgeha Sineyê “Elî Cokar” di hevpeyvin digel nûçegihaniyek girêdayî rejîma Îranê gotiye: “Amara Telaq li parêzgeha Sineyê %16 zêdetir bûye”. Lê navbirî ti basek ji sedemên zêdebûna amara telaq nekiriye.
Navbirî daye zanîn ku di sala 1400an de 4 hezar û 981 haletên telaqê di wê parêzgehê de hatine tomarkirin ku beranber bi sala 1399an, %16 zêdetir bûye.
Bêhêvîtî ji paşerojê, nebûna ewlehiya kar, dahat û jiyan, tûşbûn bi madên hişber, bilindbûna nirxan û enfilasiyon û krîzên aborî bûne sedem ku di jiyana xelkê de pirsgirêk çê bibin û amara nexweşiyên hundirî û teladq zêdetir bibe.