
Kurdistanmedia: Amara telaq wergirtinê di parêzgeha Urmiyê de rojbiroj zêdetir dibe û bajarê “ Xoy”ê Pila yêkim de ye.
Li gorî raportên belav bûyî, amara telaq anku jev cuda bûnê, di parêzgeha Urmiyê de %11 zêdetir bûye.
Li gorî amaran, zêdebûna hejmara telaq di parêzgeha Urmiyê de, bi 4460 telaq di nivsala yekem a îsal de zêdetir bûye, Ku li gorî amaran gihîştiye bi asta %11`ê.
Karnasê dezgeha dadgusteriya parêzgeha Urmiyê,” Elî Recebî” got: Zêdekirina amara telaq a %17 `a bajarê Urmiyê û %26`a bajarê Xoyê ye ku bi gîştî zêdekirina %11 ji xwe girtiye.
Herwisa navbirî ragihand: tûşbûn bi madê hişber, îxanet û bêkarî, wek hegerên bingehîn ên telaqêne ku rojbiroj zêdetir dibe.
Herwisa li gorî amaran, di parêzgeha Xurasana Rezevî de jî, amara telaqê %4 zêdetir bûye û amara zevacê %12, kêmtir bûye ku piraniya telaq wergirtinan, bi hegera tûşbûn bi madê hişber û azardana hevjîn bûye.