Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara tûşbûyên Koronayê di parêzgeha Kirmaşanê de roj bi roj zêde dibe

11:28 - 28 Gulan 2020

Pêka nûçeyên navxweyî yên belavbûyî, roja Çarşemî 7`ê Cozerdan (27`ê Gulan)ê, Serokê Zanîngeha Pîzîşkî ya parêzgeha Kirmaşanê, Mehmûd Riza Muradî, daye zanîn ku amara tûşbûyên vîrûsa Korona di parêzgeha Kirmaşanê de roj li pey roj ber bi zêdebûnê ve diçe û eve cihê nigeraniyê ye.

Herwisa navbirî daye zanîn ku, li 500 ceribandinkaran 150 ji wan tûşbûyên Koronayê derçûne û eve wê yekê nîşan dide ku civatgeh tûşê wê nexweşiyê bûye.

Navbirî di berdewamiyê de daye zanîn ku, hekî bi wî awayî here pêş, heya dawiya demsala havînê dê %46 xelkê parêzgeha Kirmaşanê dê tûşê Koronayê bibin.

Pêka amarên ku ji aliyê Serokên Zanîngehên Pizîşkî yên parêzgehên Kurdistanê ve hatine belavkirin bi wî awayî ne:

Di parêzgeha Kirmaşanê de, heya niha 4139 kes tûşê Koronayê bûne û 113 kes jî bûne qurbanî.

Li parêzgeha Luristanê, 3925 kes tûşê Koronayê bûne û di wê hejmarê de 156 kesan canê xwe ji dest dane.

Li parêzgeha Sine, 2678 tûş bûne û 150 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Li parêzgeha Urmiyê, 4949 kes bi Koronayê ketine û 216 kes jî mirine.

Ew amarane yên navendên girêdayê rejîmê ne û dûr ji rastiyê ne, amarên serast çend hemberê wan amarana ne.