
Pêka sala derbasbûyî amara xwekujî di Kurdistan û Îranê de çend hember bilin bûye û eve jî karesateke mirovî ye ku li pey xwe aniye.
Roja Şemî 24`ê Cozerdanê Civaknas “Mihebedriza Mehbubfer”, di gotarekê de ku di rojanemya “Cehanê Seniet” de belav kiriye wiha basa bilindbûna amara xwekujî di Îranê de kiriye: “Pêka sala derbasbûyî amara xwekujî di Îranê de %23 bilind bûye.”
Herwisa navbirî pêka hin bergeyên lêkolerên zanistî yên Civakî gotiye: “Amar xwekujî di sala 1394`an heya sala 1398`an, %60 bilind bûye û her sal %15 pê zêde bûye.
Pêka amara ku Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye, li detpêka îsal wate sala 1399`an heya niha, zêdetir ji 36 kesan di Rojhilatê Kurdistanê de dawî bi jiyana xwe anîne.
Xelkê Kurdistan û Îran bi sedam bêkarî, hejarî, bêhîbûn û sedan pirsgirêkên din, xwekujî dikin û dawî bi jiyana xwe tînin, berpirsyarê wê karesata mirovî jî rejîma Îranê ye ku di hember pirsgirêkên civakê de neşiyan e.