Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amarek ji binpêkirina mafê mirovî di Rojhilatê Kurdistanê de

10:48 - 26 Îlon 2021

Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê di raporek amarî de, îşare bi girîngtirîn haletên binpêkirina mafê mirovî li Rojhilatê Kurdistanê li heyama 6 mehên destpêka sala 1400`an kiriye.

Kurdpayê daye zanîn 247 welatî li Kurdistanê hatine binçavkirin 37 kes ji wan jin bûne û hêj qedera 208 kesan nexuya ye.

Pêka wê amara Kurdpayê, 2 kes ên bi navên Arezû Mistefayî û Pêşewa Rehmanfer temenên wan bin 18 saliyê bûye.

Piraniya welatiyên binçavkirî di dema binçavkirina demkî de ku nêvenciya wan navbera 1 heta 2 mehan bûye, ji destpêregihîştina bi parêzer û hevdîtin digel malbatên xwe hatibûne bêparkirin.

Piraniya haletên binçavkiriyan, bi bê hebûna belgeyên yasayî bûne.

“Kurdpa”yê amara kuştin û birîndarbûna kolberan jî wiha belav kiriye:

Rêje: 132 kes

Kuştî: 28 kes

Birîndarbûn: 104 kes

Çawahiya kuştin û birîndarbûna Kolberan:

Teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên rejîma Îranê: 83

Teqeya hêzêm Artêşa Tirkiyê: 10 kes

Îşkence, lêdan û kutan ji aliyê hêzên leşkerî ve: 10 kes

Kevtin ji bilindahiyan ve: 7 kes

Rawestana dil di dema Kolberiyê de: 2 kes

Qerisîn bi sedema sirê: 1 kes

Teqîna mîn: 1 kes

Xendiqîn di nava rûbaran de di encama lipeykevtina hêzên leşkrî: 1

Avêtin ji bilindahiyan ve ji aliyê hêzên leşkrî ve: 1

Canjidestdan û birîndarbûn bi sedema bûyerên hatinûçûnê: 16

Yek kes ji wan Kolberan ku li ser sînorê Urmiyê ji aliyê hêzên Artêşa Tirkiyê ve hatiye kuştinê temenê wî 15 sal bûye.

Herwisa di destpêka meha Gelawêjê de girûpek ji kolberan li ser sînorê “Bane”yê bi kom ji aliyê hêzên leşkerî ve rastî gulle reşandinê hatin ku di encam de 1 kolber hate kuştin û aliyê kêm 5 kolber jî birîndar bûn.

Kurdpayê amara canjidestdan û birîndarbûna welatiyên Kurd bi sedema teqîna mînê jî wiha daye zanîn:

Di wê heyamê de 13 welatiyên Kurd bi sedema teqîna mîn û alavên şer di bajarên Kurdistanê hatine kuştin û birîndarbûn. (6 kuştî û 7 birîndar)

7 kes li Kirmaşan ,2 kes li Îlam, 2 kes li Serdeşt û 2 kes li Seqiz

Saziya Kurdpayê amara îdamkirina 6 mehên destpêka îsal di Rojhelatê Kurdistanê de jî wiha daye zanîn:

Rêje: 21 kes

Tohmet: 13 kes bi tohmetên madeyên hişber û 7 kes bi tohmeta qetil hatine îdamkirin.

2 kes ji wan îdamkiriyan yên bi navên “Behadîn Qasimzade” ku di girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê de û “Secad Sincirî Çalalbe” di girtîgeha bajarê “Kirmaşan”ê de hatine îdamkirin, di dema encamdana tawanên xwe de temenê wan li jêr 18 saliyê bûye.

Eva beşek ji amara giştî a 6 mehên destpêka sala 1400`an a Rojî bû ku beşa amarî ya Saziya Mafê Mirovî a Kurdpayê belav kiriye.