
Kurdistanmedia: Bi derbasbûna sê hefteyan bi ser xwenîşandanên Îranê re, heta niha jî rejîmê xwe ji dana amara serast ji hejmara kuştî û birîndar û girtiyan parastiye.
Hinek deshilatdarên rejîmê ragihandin ku, hezaran kes hatine desteserkirin, Husên Neqewî nûnerê meclisa rejîmê basa girtina pitir ji 7 hezar kesî kir.
Lê hinek Sazî û kesên çalak li ser mafê mirov bi dû keftine û amara girtiyê di 21 parêzgehên Îranê de eşkere kirine ku pitir ji 8 hezar kesî hatine girtin.
Enûşîrewan Muhsênî parêzgarê Tehranê ragihand, di wê parêzgehê de 2021 kes hatine girtin.
Pitir ji 50 Xwendikar û çalakvanên medenî di zanîngehan de hatine girtin.
Parêzgeha Elborzê: 400 kes
Parêzgeha Xuzistanê 800 kes
Parêzgeha Sinê 500 kes
Parêzgeha Kirmaşanê 1370 kes
Parêzgeha Urmiyê 100 kes
Parêzgeha Îlam 50 kes
Parêzgeha Isfehan 250 kes
Parêzgeha Şîraz 300 kes
Parêzgeha Tewrêz 70 kes
Parêzgeha Mazenderan 100 kes
Parêzgeha Kehgyloye û boyêr ehmed 250 kes
Parêzgeha kirman 100 kes
Parêzgeha Loristan 300 kes
Parêzgeha Yezd 40 kes
Parêzgeha Zencan 30 kes
Parêzgeha Xurasana Başûr 29 kes
Parêzgeha Bûşêhr 100 kes
Parêzgeha Xurasana Rezewî 400 kes
Parêzgeha Hormozgan 31 kes
Parêzgeha Sîstan û Belûçistan 50 kes
Ewa ev amaraye ku xudî berpirsên rejîmê di wan parêzgehan de ragihandine. Bê guman amara rast li ser girtiya gelek ji vê hindê zêdetire.